28 Eylül 2013 Cumartesi


AKNEWS

 

05 - 02 - 2012

Curecur


 

Deyer: Divê li her derê Diyarbekirê kolan bê kirin


05/02/2012 16:40

Enqere, 5 Sibat (AKnews) – Endamê meclisa partiya komarê ya gel a Tirkiyê (CHP), Mesûd Deyer, diyar kir, salên 1990î li Diyarbekirê, gelek kes ji aliyê rêxistina îsxtibarata artêşa Tirkiyê (JÎTEM) ve hatine kuştin, ji ber wê divê wargeha berê ya JÎTEMê bê kolan. Mesûd Deyer, li bara hestiyên ku vê dawiyê li wargeha...



 

Curecur


 

 

Deyer: Divê li her derê Diyarbekirê kolan bê kirin


05/02/2012 16:40


Enqere, 5 Sibat (AKnews) – Endamê meclisa partiya komarê ya gel a Tirkiyê (CHP), Mesûd Deyer, diyar kir, salên 1990î li Diyarbekirê, gelek kes ji aliyê rêxistina îsxtibarata artêşa Tirkiyê (JÎTEM) ve hatine kuştin, ji ber wê divê wargeha berê ya JÎTEMê bê kolan.

Mesûd Deyer, li bara hestiyên ku vê dawiyê li wargeha berê ya JÎTEMê hatibûn dîtin, ji AKnewsê re got, navbera salên 1990-2000î ez li Diyarbekirê, berpirsê ofîsa CHPê bûm, wê demê ez ji aliyê JÎTEMê ve hatim girtin.

Deyer, diyar kir, ew navên hinek endamên JÎTEMê ku karê wan kuştina welatiyan bû, dizane û da zanîn, navê yekê Mehmûd Yildirim bû ku jê re digotin Yeşîl, navê yekî din Ebdulqadir Aygan bû ku jê re digotin Şerîf.
Her wiha 2 kesên din jî hebûn ku ji wan re digotin Termînator û Jinavber.

Endamê meclisa CHPê, da zanîn, van 4 endamên JÎTEMê, wê demê gelek kes kuştin û li nav wargehê de veşartibûn.

Mesûd Deyer, got, kolanên ku li Diyarbekirê hatiye destpêkirin, bûye cihê hêviyê û wiha axivî, “Divê ev kolan li cihên din ên herêmê jî bidome û hemû tiştên tarî bê ronîkirin.”

ka AKnews
Wergêr: sm

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder